Îran: Dema em piştrast bin ku dûbare nabe dê bi dawî bibe
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku di destê wan de gelek delîl hene ku nîşan didin hinek baregehên DYA’yê yên li Rojhilata Navîn di êrîşên li dijî Îranê de hatine bikaranîn.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku di destê wan de gelek delîl hene ku nîşan didin hinek baregehên DYA’yê yên li Rojhilata Navîn di êrîşên li dijî Îranê de hatine bikaranîn.
Li herêmê di navbera Îran, Îsraîl û DYA’yê de pevçûn û êrîşên li hember hev didomin. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di hevpeyvîneke bi malpera El-Araby El-Jadeed re diyar kir ku di destê rêveberiya Tehranê de "gelek delîl" hene ku baregehên leşkerî yên DYA’yê yên li herêmê di êrîşên li dijî Îranê de hatine bikaranîn.
ŞER DÊ DEMA EM JI DUBARE NEBÛNÊ BAWER BIN DAWÎ BIBE
Eraqçî her wisa got ku şerê di navbera Îran, DYA û Îsraîlê de tenê dema ku Tehran piştrast bibe êrîşên bi vî rengî dubare nabin, dê bi dawî bibe. Eraqçî wiha axivî: "Ev şer dê hingê bi dawî bibe dema em piştrast bin ku êdî dûbare nabe û dema tezmînat hatin dayîn. Me sala par ev yek ji jiyan kir: Îsraîlê êrîş kir, paşê DYA vegeriya, xwe ji nû ve organîze kir û dîsa êrîşî me kir."
LI LIBNANÊ BOMBEBARAN Û PEVÇÛN DIDOMIN
Hizbullaha Libnanê jî sibeha yekşemê ragihand ku wan baregeha hewayî ya Palmachim a li navenda Îsraîlê bi "mûşekeke pêşketî" hedef girtiye. Di heman saetan de hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li dijî hinek deverên li başûrê Libnanê êrîşên hewayî û topbaran pêk aniye.
LI LIBNANÊ 850 MIRÎ; 107 JI WAN ZAROK IN
Li gorî daneyên dawî yên ku Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê roja yekşemê eşkere kirine, di êrîşên Îsraîlê de yên ku ji 2yê Adarê ve li ser welat didomin, 850 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di bîlançoya roja berê de hejmara miriyan wek 826 hatibû ragihandin.